5:25:50 PM
RojavaNews: Jêdereke tayebet ragehan ku di du rojên tên de wê hejmarek ji heval û hevkarên Alan Ehmed bi kampînekê rabin bi mebista diyarkirina çarenvîsa wî rojnamevanê ku di zîndanên PYD de hatiye bin çav kirin .
Heman jêderî tekez kir ,ku ew bi hilmetên belavkirina daxwaza diyarkirina çarenevîsa rojnemevan Alan Ehmed li ser torên xwe yên mîdya civakî rabin, û piştre wê bi xwepêşandan rabin ta PYD çarenvîsa wî dyarbike .
Tê zanîn ku Alan Ehmed yek ji girtiyên çekdarên PYD ye û hatiye dîtin di otomobîlên veguhistina girtiyan de, lê PYD red dike ku Alan li cem wan be .
