12:27:02
Rojava News: şêwirmenda Almanî Angela Merkel diyar kir ku divê em bi hêzên pêşmerge re gotûbêjan bikin derbarê avakirina herêmek aram bo kurdên êzîdî.
Li gorî nûçeya ajansa Reuters ku Angela Merkel di civîna xwendevanên kirîstiyanî de diyar kir: " Di civîna heftane ya encûmena wezîrên Almanya pêşniyarek dê bê pêşkêşkiirye bo avakirina herêmek aram bo Kurdên Êzidî ku jiber DAIŞê û koçber bûn ta karibin vegerin axa xwe."
Di vê mijarê de navborî diyar kir ku dê di dema tê de bi berpirsên kurdên êzîdî û pêşmergeyan re bicivin ta devera avakirina vê herêmê peyda bikin.
