2014 de 250 pirtûkên Kurdî çapbûne

2014 de 250 pirtûkên Kurdî çapbûne

Rojava News: Li Bakurê Kurdistan di sala 2014'an de zêdeyî 250 pirtûkên kurdî hatin çapkirin.

Di salên dawî de rêjeya xwendin û nivîsandina kurdî zêdetir dibe. Ev yeka ser çapa pirtukên kurdî jî bandora xwe nîşan dide. Sal bi sal hejmar zêdetir dibe. Hejmar salên 2000 î de dora 100 î bû lê 2014 an de zêdetir 250 pirtûk bi kurdî hatin çapkirin.

 Hejmar di salên 2000 î de dora 100 bû.  2013 an de dora 200 pirtuk, di sala 2014 an de jî zêdetir 250 pirtuk bi kurdî hatin çapkirin. Di lîsteya pirtukên kurdî de çapa curên roman, helbest û çîrok an di serî de tê. Antolojî û ferheng jî di lîsteyê de cîhek girîng digrin.

Berpirsên çapxaneyan û weşanger pirbûna hejmara pirtûkan kêfxweş in. Lê bi ya pirtukfiroşan asta xwendinê baş nîne.