Barzanî serpereştiya operasyonê dike!

Barzanî serpereştiya operasyonê dike!

12:16:00

 

Rojava News: Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, serpereştiya operasyona Mûsilê dike.

Ezîz Weysî got: “Em li hêviyê ne ku plana me bi serbikeve. Ferman û plana operasyonê ji aliyê cenabê Serok Barzanî ve hatiye danîn.”

Weysî diyar kir ku ew bixwe jî dê li eniya Xazirê beşdarê operasyonê bibe û navçeyên ji wan re hatine diyarkirin, kontrol bikin.

Operasyona Mûsilê îro demjimêr 06.00ê sibê bi topbarankirina pêgehên DAIŞê yên li naverast û dora bajêr, dest pê kir.

Di yekemîn demjimêrên destpêkirina Operasyona Mûsilê de topxaneyên Hêzên Pêşmerge pêgeh û çeperên DAIŞê yên li derdor û naverastê bajarê Mûsilê topbaran kirin.

Fermandarê Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ji Rûdawê re ragihand: "Emê wan navçeyên ji bo me hatine diyarkirin kontrol bikin. Piştî hingî jî dê hêzên me piştgiriyê bidin hêzên ewlekariya Iraqê.”