Waliyê Dîlokê: "Xwekuj ji bo ji cîranan re nebe pirsgirêk xwe teqand"

Waliyê Dîlokê: "Xwekuj ji bo ji cîranan re nebe pirsgirêk xwe teqand"

12:53:51

 

Rojava News: Waliyê Dîlokê Ali Yerlikaya, ji bo xwekujê ku duhî di malê de xwe teqand got: "Xwekuj ji bo ku ji cîranan re nebe pirsgirêk xwe di îmşaetê de teqand."

bo xwekujê rêxistina terorîst ê DAIŞê ku duhî li Dîlokê xwe teqandibû ji Waliyê Dîloke Ali Yerlikaya daxuyaniyeke balkêş ku bibe sebebe nîqaşan hat dayîn.

Ali Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya ji bo bûyerê de got: "Xwekuj, ji bo ku zirarê nede derdor û cîranên xwe û ji wan re pirsgirêkan çêneke di înşaetê de xwe teqand." Yerlikaya li Dîlokê dema ku derheqê operasyonên DAIŞê yên bajêr agahî didan ji bo endamekî rêxistina terorîst ê DAIŞê peyva ‘Birêz' bikar anîbû.