DAIŞ ketiye rewşa parastinê

DAIŞ ketiye rewşa parastinê

13:02:32

 

Rojava News: Endamekî encûmena nûnerên Iraqê, amaje bi vê dike ku DAIŞ ketiye rewşa xwe parastinê û hêza bersiv dayîna êrîşên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê winda kiriye.

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Dr. Macîd Şingalî ragihandiye ku: ’’DAIŞê hêza bersivdana êrîşên hêzên Pêşmerge winda kiriye, herwaha navçeyekî berfireh ji dest daye û xwe kêşaye, bi awayekî li hin cîha bê ku şer bike revîne û berdane.’’ Herwaha got: ’’Îro 19.10.2016ê êrîş anîn ser Şingalê, lê bi şikest vegeryan, karwanên wesiyêtên wan hatin têkşikandi.’’

Dr. Macîd Şingalî got: ’’Rewşa nav bajêrê Mûsilê bi temamî têkçûye û nexwaşxaneyên Mûsilê tejîne li kuştî û birîndarên wan.’’