Rojava News: Partiyên kurdî û saziyên civakî yên sivîl ji bo lêkolînan li ser bûyerên Cizîrê bikin îro çûn navçeyê.
Di nav şanda ku îro sibê ji Amedê birêket, nûrên 35 saziyên civakî yên sivîl û partiyan hene.
Herwiha di nava şandê de nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) û Tevgerê Azadiyê cih girtin.
Tê pêşbînîkirin piştî ku şandê lêkolînê xwe qedand dê daxuyaniyekê bide.
Serokê OSPê yê şaxa Amedê Nusrettin Maçin got ku di 6 mehên dawî de polîsan li navçeya Cizîrê 6 zarok kuştin.
Maçin anî ziman ku ewê çavderiyên xwe wekî raporekê ji gelemperiyê re parve bikin.
Endamê Tevgera Azadiyê Sitkî Zîlan jî got ku ewê ligel qeymakamê Cizîrê û hin rayedarên din jî hevdîtina pêk bînin.
