6:11:21 PM
RojavaNews: Îro roja Pêncşemê 20 . 10 . 2016 Çekdarên PYD Serokê xwechiya Dêrkê yê Encumena Niştîmaniya Kurd girtin.
Jêderkî ji RojavaNews re ragihand ku îro Çekdarên PYD êrîşî mala Elî Ibrahîm Serokê xwechiya Dêrkê yê ENKS kirin û ew girtin , ew jî bi sedema xwemangirtina ENKS li Drikê roja Duşemba bûrî.
Tê zanîn ku Xwecehiya Dêrkê ya ENKS di 17 . 10 . 2016 bi xwemangirtinek ji ber girtiyên di zîndanên PYD kirin , lê PYD êrîşî xwemangirtinan kir , û gelek ji wan girtin.
