Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wezîrê Derveyê Îraqê şermezar dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wezîrê Derveyê Îraqê şermezar dike

12:07:49 PM

RojavaNews: Roja Pêncşem 2016-10-20 Konferansa Berhevbûn ji bo pêşeroja siyasî ya Musilê li Firansa bi pişkdariya 20 welatan rêve çû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya hewlên navdewletî dike ji bo şerê dijî DAIŞê û dabîn kirina asayişa Îraqê û deverê, lê mixabin Herêma Kurdistanê ji bo vê konferansî nehatibû bang kirin, di demekê ku Herêma Kurdistan aliyê serke yê pirsa siaysî, serbazî û mirovî ya deverê ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tunedî serderî ya Wezîrê Derveyê Îraqê şermezar dike ku yek alî kar dike û qurbaniyên Herêma Kurdistanê li ber çav nagire ku li dema du salên borî mezintirîn astenaga pêşberî pêşveçûnên tirsnaktirîn girûpa terorîstiya bi navê xelafeta îslamî bû.

Serokê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge mijûlê şerê DAiŞê ne û derbên mezin û kujer li DAIŞê dane û devereka berfireh rizgar kirine, ev jî tenê ji bo parastina ax û kerameta Gelê Kurd û parastina behayên mirovî.

Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, têkiliyên siyasî û emnî navbera Hewlêr û Bexdayê pêşketinên berçav bi dest xist û ji bo demê pitir ji du salan e bûye wargeha pitir ji 1.8 miliyon koçber û penaberan û bargiraniyeka mezin xistine ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Cihê hêbetê ye di vî demî de, Hikûmeta Federala Îraqê û Wezareta Derve pêdagiriyê li ser vê yekê dikin ku nabe şandeya Herêma Kurdistanê beşdarê konferans û kongire yên nvdewletî derbarê DAIŞ û koçberan bibe, ku gelek qurbanî daye.

Eva cara yekm nine hinek berpirsên Îraqî bi vê awayê serederiyê dikin, em daxwazê dikin hevpeymanan êdî xemsar nebin û raste rast Herêma Kurdistanê ji bo konferansan bang bike ku aliyê sereke ye ji bo şerê dijî DAIŞê û pirsa penaber û koçberan û nexşe rêya siyasî û pêşeroja Musilê.

Em daxwazê ji Hikûmeta Îraqê jî dikin bi awayekê cidî kar bike ji bo dubare nebûna vê serederiyê, ku bi qazancê çi aliyekê nine û tenê bi zirara berjewendiyên Îraqê ye.

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê

2016-10-20