14:33:38
Rojava News: Îro danê sibê çekdarên DAIŞê hevdem ligel êrîşa nav bajêr, êrîşê eniya başûrê rojavayê Kerkûkê jî kir lê rastê bersiva tund a Hêzên Pêşmerge hatin.
Fermandarê Lîwaya 6 a Hêzên Pêşmerge Bekîr Rezgeyî ragihand, “Çekdarên DAIŞê îro demjimêr 05.00ê sibê 21-10-2016, li gundên Mele Ebdullah, Mekteb Xalid a sînorê Hewîce û Xiraberût a sînorê Hewîce ve êrîşê çeperên Hêzên Pêşmerge kirin lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiv dan êrîşê.
Rezgeyî daxuyand ku pevçûnan nêzîkê demjimêrekî berdewam kiriye, çekdarên DAIŞê paşde vekişyane û rewş di bin kontrola pêşmerge de ye.
Bekîr Rezgeyî da zanîn ku di encama pevçûnan de ti ziyanek negihiştiye Hêzên Pêşmerge.
Begutey bekir rezgeyî, hîç zyanêkî gyanî nebuwe û sercem pêşmergekanî ew snûre selametin û reşî nawçekeş êsta hêwirbuwetewe.
Fermandarê Lîwaya 6 a Hêzên Pêşmerge Bekîr Rezgeyî diyar kir ku heta demjimêr 07.00ê jî DAIŞiyan topên hawinê avêtine çeperên pêşmergeyan.
Hêjayê gotinê ye ku îro demjimêr 03.00ê danê sibê hejmarek çekdarên DAIŞê li navenda bajarê Kerkûkê çekdarên DAIŞê xwestin avahiyên ewlekarî û hikûmî kontrol bikin.
Lê hêzên ewlekariyê rê nedan wan. Herwiha çekdarên xwekuj ketine nav çend avahiyekî dibistan, misgeft û otêlan û pevçûn hê jî berdewam dikin.
