14:38:43
Rojava News: Şer û pevçûnên li taxa Mecîdiye û Domîzê di navbera hêzên ewlekariyê û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn berdewam dike. Xelkê Kerkûkê jî bi xwebxşî hatine alîkariya hêzên ewlekariyê.
Îro danê sibê demjimêr 03.30ê, hejmareke çekdarên DAIŞê dize kirine nav bajarê Kerkûkê. DAIŞiyan xwestin avahiyên ewlekarî û fermî dagir bikin lê pasevan û hêzên ewlekariyê rê nedan.
Çekdarên DAIŞê li taxên erebnişîn ketine nav mizgeft, otêl û çend malan kirine. Hêzên polîs, pêşmerge û dije teror li taxên Mecîdiye û Domîzê çekdarên DAIŞê dorpêç kirine.
Çend çekdar ketine nav otêla Mecîdiye ku niha li wir pevçûn berdewam dike. Çekdarekî xwestiye xwe biteqîne lê pêşiya vê otêlê hatiye kuştin.
Hat zanîn ligel xelkê Kerkûkê, kesên xwebexş ji Silêmanî û Çemçemalê jî gihiştine Kerkûkê û alîkarî didin hêzên ewlekariyê.
Herwiha hejmareke çekdarên DAIŞê jî ketine taxa Domîz a Kerkûkê ku ew jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dorpêçkirin.
