Tevahiya mizgeftên Kerkûkê tên girtin û nimêja îniyê jî nayê kirin

Tevahiya mizgeftên Kerkûkê tên girtin û nimêja îniyê jî nayê kirin

Rojava News: Ji ber rewşa aloz a Kerkûkê, tevahiya mizgeftên bajêr tên girtin û nimêja îniyê nayê kirin.

Serokê Weqfa Sunnî ya Iraqê ragihand, ji ber rewşa aloz a Kerkûkê biryar hatiye dayîn tevahiya mizgeftên bajêr bên girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku nimêja îniyê jî nayê kirin û heta rewşa bajêr aram nebe, mizgeft nayên vekirin.

Îro danê sibê komek çekdarên DAIŞê êrişî çend avahiyên fermî yên Kerkûkê kirin lê hêzên ewlehiyê karîn beşek mezin ji wan bikujin

Li gorî agahiyan, heta niha jî li hinek cihên bajêr şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên ewlehiyê de didome.