ENKS: PYD berpirse di ber selametiya serokê xwecihiya Dêrikê

ENKS: PYD berpirse di ber selametiya serokê xwecihiya Dêrikê

3:30:30 PM

RojavaNews: Doh  roja pêncşemê 20 . 10 . 2106 Girupeke çekdarên bi ser partiya yekîtiya demokrat PYD ve , serokê xwecihiya Dêrikê ya encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS, Elî Ibrahîm dema ku diçû mala xwe li gundewarê Dêrikê revandin, û ew ligel tirimpêla wî birin cihekî nenas.

Derbarê vê bûyerê, emîndariya giştî ya ENKS daxuyaniyek belavkir, têde PYD bi berpirs di ber selameta Elî Ibrahîm de anî ziman, herweha ev kiryar bi tundî şermezarkir û, ji hêzên navnetewî û Kurdistanî xwest ku guvajan li PYD bikin daku serkirdeyên ENKS ji zindanên xwe berdin.