12:15:56
Rojava News: Berpirsê Malbenda YNKê li Kerkûkê Aso Mamend ragihand di encama operasyonên duh bi şev heta serê sibeha îro, di nava bajarê Kerkûkê de 27 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Aso Mamend ku di heman demê de fermandarê pêşmerge ye, berbarê operasyonên di nava bajarê Kerkûkê agahî dan ragihadinê û got; “Ji demjimêr 02.00ê şevê heta serê sibê, di nava bajarê Kerkûkê de operasyopnên hêzên ewlekariyê berdewam bûn. Di encama operasyonê de 27 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”
Mamend daxuyand ku ji bo peydakirin û paqijkirina çekdarên DAIŞê û paşmayînên wan, li navend abajêr hê jî operasyon berdewam dikin.
Li gorî gotina Aso Mamend ji destpêka pevçûnan heta niha, di nava bajêrê Kerkûkê de herî kêm 50 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Hêjayê gotinê ye ku piştî şer û pevçûnên giran ên duh ên li Kerkûkê, hêzên ewlekariyê lêgerîn û kontrolên tax û malan berdewam dikin.
Îro li taxa Domîzê ku piraniya wê taxê erebnişînin, komek çekdarên DAIŞê di nava dibistanekî de hatin dîtin. Hêzên Lîwaya Teybet a Kosret Resûl dora dibistanê girtin û pevçûnan dest pê kir.
Li gorî agahiyan li taxa Domîzê 12 çekdrên DAIŞê mane, di nava dibistanê de 5 çekdar hebûne û 3 ji wan hatine kuştin.
