12:21:47
Rojava News: Rojava News: Berpirsê navçeyekî PDKê li bajarê Kerkûkê amaje bi vê dike ku, hêzekî DAIŞê hatiye têkbirin û operasyon bo têkbirina çekdarên din ên heyî yên DAIŞê jî tê birêve birin.
Îro 22.10.2016ê berpirsê navçeyekî PDKê li bajarê KerkûkêTeha Teyfur ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro operasyona dervey bajarê Kerkûkê destpê kiriye û bi taybet li gundên Recêbat, Sari Tepe û nabera Leylan û Kerkûkê operasyon tê birêvebirin.’’
Herwaha got: ‘’Heta naha operasyon berdewame û balefirên şer ên hêzên hevpeyman jî li binkeyên DAIŞê bombebaran dikin, gelek kuştiyên wan hene, bi awayekî grubekî wan li dervey bajêr revîne û ketine kemîna Pêşmerge ve û hemû jî hatine têkbirin.’’
Dawiyê de jî got, naha operasyon û helmeta hemberhatina DAIŞê di nav bajêr û dervey bajarê Kerkûkê destpê kiriye.
