Li Kerkûkê rojnamevanekî turkmen ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin

Li Kerkûkê rojnamevanekî turkmen ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin

12:31:59

 

Rojava News: Li bajarê Kerkûkê, rojnamevanekî turkmen ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat kuştin.

 Ajansa France 24 ragihand, di şerê duh ê Kerkûkê de, rojnamevanekî turkmen bi navê Ehmed Haceroglu ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat kuştin.

 Hat gotin ku ew rojnamevanê turkmen, peyamnêrê televîzyona Turkman Îlî TV û temenê wî jî 30 sal bûye.

Peyamnêrekî wê televîzyonê bi navê Ebdulqadir Mihemed Ehmed kuştina hevkarê xwe ji aliyê DAIŞê ve piştrast kir.