Tanken Tirkiyeyê ji Hatayê ketin nava Sûriyeyê!

Tanken Tirkiyeyê ji Hatayê ketin nava Sûriyeyê!

13:00:23

 

Rojava News: Piştî êrişa hewayî ya ser çeperên YPGê, ve carê jî hat îdîakirin ku Tirkiye ji sînorê Hatayê tank xistine nava Sûriyeyê.

Piştî êrişa hewayî ya ser çeperên YPGê, ve carê jî hat îdîakirin ku Tirkiye ji sînorê Hatayê tank xistine nava Sûriyeyê.

Li gorî îdîayan heke Yekîneyên Parastina Gel (YPG)pêşveçûna xwe ya El Babê bidomînin Tirkiye bi rêya beje jî wê mûdaxele bike.

Li gorî nûçeya Ahmet Topalê rojnameya Sabahê, Tirkiye li hemberî YPG û PYDê ji xeyrî operasyonên hewayî ji beje jî bergirî girtine. Roja çarşemê dema ku balafirên Tirkiyeyê êrişa hewayî pêk anîn di heman demê de jî 9 tankên artêşê ji bo peşveçûna şervanên YPGê ji başûr ve rawestînin ketin nava axa Sûriyeyê û mewzî girtin. Li gorî îdîaya rojnameyê heke YPG careke din ber bi El Babê ve hemleyê bike vê carê jî dê ji başûr rastî êrişan were.

digel vê helwesta Tirkiyeyê ya zelal jî dîsa di 19ê Cotmehê li başûrê Mareyê û li herêma Tel Rifatê li pêşiya xeta Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hinek gundên derdora El Babê rizgar kiribûn Piştî ku şervanên kurd gundên Hasiya, Hasajek, Wahsiah, Wardiah Sahba, Qulsuruj, Tel Madig û Wasitiyê kontrol kirin, artêşa Tirkiyeyê pir aciz bû û piştî vê pêşceçûnê biryarek girîng girt.

Balafirên Tirkiyeyê ketin teyaquzê û di heman demê de jî ji bo ku ji beje rê li pêşiya wan bigirin tank xistin mewziyê.