13:04:30
Rojava News: Li gorî malpera fermî ya PDKê, berdevkê leqa PDKê yê Mûsilê Seîd Memozînî ragihandiye ku tenê di rojekê de 158 termên terorîstên DAIŞî gihiştine Mûsilê û
Li gorî malpera fermî ya PDKê, berdevkê leqa PDKê ya Mûsilê Seîd Memozînî ragihandiye ku tenê di rojekê de 158 termên terorîstên DAIŞî gihiştine Mûsilê û rêxistina terorîst ji bo ku emîrê wî li hember Hêzên Pêşmerge şikest ew bi pira Feyseliyê ve daleqand û îdam kir.
Ev çend roj in operasyona azadkirina Mûsilê dest pê kiriye û heta niha jî didome. Hêzên Pêşmerge jî ji sê aliyan Ve ber bi Mûsilê ve pêşde diçin û heta niha gelek gund ji destê DAIŞê azad kirin.
Berdevkê leqa PDKê yê Mûsilê, Seîd Memozînî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di encama operasyona serkeftî ya Pêşmerge li eniyên Başîk, Naweran û Til Siqofê de, herî kêm 158 kuştiyên terorîstên DAIŞê derbasî Mûsilê hatine kirin û 25 otomobîlên DAIŞê jî hatine teqandin.
Seîd Memozînî her wiha gotiye, rêxistina terorîst a DAIŞê binketina xwe ya li hember Pêşmerge xistiye stûyê emîrekî xwe bi navê Yasîn Ehmed Yasîn û ew îdam kiriye. Wî rayedarê kurd derheqê çawaniya kuştina wî emîrê DAIŞê de jî gotiye, DAIŞê ew emîrê xwe bi pira Feyseliyê ya Mûsilê ve daleqandiye.
