13:16:45
Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest rêxistina terorîst a DAIŞê li sînorê Mexmûrê êrişî hêzên Pêşmerge kir, di encama êrişê de 11 milîtanên terorîst hatin kuştin
Fermandarê Mêhwera Guwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand: "DAIŞê li sînorê Mexmûrê êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin.
Li sînorê Memxûrê şer û pevçûnên navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê bo dema 2 seetan berdewam kiriye û êriş ji aiyê pêşmergeyan ve hatiye têkşikandin. 11 terorîstên DAIŞê di vê êrişê de hatin kuştin."
Barzanî herwiha behsa wê yekê kir ku niha rewş aram bûye û hêzên hevpeymanan jî alîkarî dane Hêzên Pêşmerge. Ev êriş di demekê de bûye, ku hevdem çekdarên DAIŞê li rojavayê Kerkûkê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin.
Berpirsê Mêhwera Rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî jî ragihand ku êvariya îro ji çend milan ve êriş birin ser sengerên Hêzên Pêşmerge, lê belê êrişa wan hat têkbirin.
