2:14:45 PM
RojavaNews: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişa duh ku çekdarên DAIŞê li ser Kerkûkê pêk anîbûn, got bi çi nirxekî be, divê Kerkûk were parastin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişa duh a DAIŞ’ê li ser Kerkûkê de daxuyanî da û got, divê bi çi nirxekî be jî divê bajarê Kerkûkê were parastin.
Mesûd Barzanî wiha got: “Ev êriş hewleke neçara terorîstane ya qerebûya şikestên wan li beranber Pêşmerge yên li bereyên şer e. ez xelkê Kerkûkê û hemû xelkê Kurdistanê piştrast dikim ku dê tevahiya êrişên terorîstan bên şikandin.”
Barzanî diyar kir ku wî ferman daye rayedaran da ku tedbîrên pêwîst bo parastina Kerkûkê pêk bînin.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya kesên di kontrolkirina Kerkûkê alîkariya hêzên ewlekariya cih girtine kir û sersaxî jî ji şehîdan re û şîfa jî ji birîndaran re xwest.
