2:23:03 PM
RojavaNews: Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî Brett McGurk got Serokê Amerîkayê Barack Obama tekez li ser piştgirî û alîkariya Hêzên Pêşmerge kiriye.
Roja Şemiyê (22.10.2016) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Obama yê Hevpeymaniya Navdewletî Brett McGurk û şandekî li gel kir.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya serokatiya herêmê, di hevdîtinê de McGurk balkişandiye ser girîngiya stratejîk a hevpeymaniya ligel Herêma Kurdistanê kiriye.
Brett McGurk herwiha spasiya Amerîkayê ji bo qurbanîdana Hêzên Pêşmerge û pêşengî û destpêşxeriyên Serok Barzanî yên di şer de aniye zinan.
Nûnerê Obama tekez kiriye ku Serokê Amerîkayê soza alîkarî û piştevanîkirina serbazên Artêşa Amerîkayê ya ji bo Hêzên Pêşmerge dubare kiriye.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de behsa qonaxên operasyona azadkirina Musilê û rewşa meydanî ya bereyên şer ya li parêzgeha Nînowayê hatiye nirxandin.
Di beşekî din ê civînê de aliyan rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxandine.
