Firokeya Amerîkayê ket!

Firokeya Amerîkayê ket!

4:00:55 PM

RojavaNews: Li nêzîkê bajarokê Daraşekranê ya ser bi Hewlêrê, firokeyekî bê firokevan a Amerîkayê kete xwarê.

Li gor agahiyên Rûdawê ku, “Îro demjimêr 07.30ê danê sibê, firokeyekî bê firokevan, li gundê Bawexelanî ya bajarokê Daraşekran a Hewlêrê, kete nav erdê çandiniyê.

Herwiha diyar kir ku xelkê gund destpêkê bixwe çûne ser firokeyê û paşî agahî dane hêzên asayîşê.

Her li gor wan agahiyan ku,  hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê lêkolîn kirine û paşî demjimêr 13:00ê nîvro firoke birine.

Hêjayê gotinê ye ku firokeyên bê firokevan ên Amerîkayê bi armanca keşif û venêrîna herêmên şer, li esmanên Başûrê Kurdistanê difirin.