6:28:00 PM
RojavaNews: Ciwanekî kurd duh derengî şevê ji aliyê çekdarên PYD ve li devear koçeratan ya bi ser bajarê dêrkê ve piştî êrîşbirin li ser mala wî hat girtin .
Li gorî agahiyan ku derengî şeva borî çekdarên PYD mala welatiyê bi navê Mihmed Ibrahîm li gundê Tebkê yê devera koçeratan ya Dêrkê dorpêçkirin û piştra bi şêweyekî hovane û kefa çekan kurê wî Cengîdar Mihmed ji bo leşkeriya xwe ya neçarî girtin û berev cihekî nenas ve birin .
Partiya PYD di helmetên girtin û revandna ciwanan ji bo leşkeriya xwe ya neçar berdewame û, jibo wê yekê rojavayê kurdistanê ji ciwanan valebûye, û berya dû rojan jî partiya PYD sê mehên din dema leşkera xwe ya neçar dirêjtirkir.
