09:18:43
Rojava News: Hêzên Pêşmerge îro danê sibê li eniya Başîkayê dest bi operasyonê kir.
Hêzên Pêşmerge di heftemîn roja Operasyona Mûsilê de îro demjimêr 06.00ê sibê, li eniya Başîkayê dest bi operasyonê kir.
Hat zanîn heta niha; gundên Faziliye û Tirbize ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kontrolkirin.
Nahyeya Başîk dikeve bakûrê rojhilatê Mûsilê, di nava deşta Nînowa de ye û 20 kîlometreyan ji navenda Mûsilê dûr e.
Beriya dagirkirina DAIŞê wate beriya sala 2014ê hejmara şêniyên vê deverê 35 hezar kes bûn. Ligel gundan hejmara şêniya vê nahyeyê 140 kes bûn. Ji sedî 70 yê şêniyên Başîkê kurdên êzdî, ji sedî 20 mesihî û ji sedî 10 jî kurdên misliman bûn.
Piştî hatina DAIŞê piraniya akinciyên vê deverê koçberê Herêma Kurdistanê bibûn.
