Di navbera YPGê û Artêşa Azad de şer derket

Di navbera YPGê û Artêşa Azad de şer derket

09:26:58

 

Rojava News: Li sînorê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera YPGê û Artêşa Azad a Sûriyê û Artêşa Tirkiyê de şer derket û li gorî hin çawnakiyên nêzîkî YPGê, di encama şer de 1 fermandeyê Artêşa Azad û 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gor zanyariyên li ser malpera Rudawê Serkirdeyê kuştî yê Artêşa Azad, berpirsê komeke Dijbereya Sûriyê li bajarê Ezazê bûye.

Herwiha heman çavkaniyan dan xuyakirin, di şer de 3 leşkerên Artêşa Tirkiyê jî hatine kuştin.