Pêşmerge êrîşa DAIŞê li gundê Mele Ebdula şikandin

Pêşmerge êrîşa DAIŞê li gundê Mele Ebdula şikandin

09:46:27

 

Rojava News: Çekdarên DAIŞê êrîş birin ser sengerên Hêzên Pêşmerge li gundê Mela Ebdulah ku dikeve li ser sînorê bajarê Kerkûkê, lê ew êrîş ji aliyê pêşmerge ve hate şkandin.

Ew êrîş di demekê de tê ku, berê du rojan hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Kerkûkê kiribûn û çend seatan jî şer ligel hêzên Asayîş û Pêşmerge kiribûn, lê êrîşa wan ji aliyê Hêza Asayîş û Pêşmerge ve hate şkandin û hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.