Wezîrê Berevaniya Amerîka serdana Hewlêrê dike

Wezîrê Berevaniya Amerîka serdana Hewlêrê dike

10:14:59

 

Rojava News: Biryar e îro Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bike û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re derbarê oprasyona rizgarkirina Mûsilê de civînan pêk bîne.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter duh li Bexdayê zincîreke civînan encamda û mijara sereke yên civînên wî gotûbêjkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê bû.

Pentagonê di beyannameyekê de ragihand, di mijara civîna bi fermandeyên leşkerî yên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê behsa pêşveçûna eniyên şer yên Mûsilê kirine.

Pentagonê herwiha diyar kir ku Wezîrê Berevaniya Amerîka  pîrozbahiya  destpêkirina oprasyona kontrolkirina Mûsilê li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye û  her dû aliyan bi hevre gotûbêj derbarê pêşveçûnên eniyên şer kirin.

Medyayên Amerîka jî belavkirine ku Ashton Carter di cvîna bi Ebadî re behsa  krîza navbera  Tirkiyê û  Iraqê de kiriye û amaje bi wê yekê jî kiriye ku divê Enqere û Bexda dest ji daxuyaniyên xwe yên tund berdin.