4:06:13 PM
RojavaNews: Duh roja şemiyê 22. 10 . 2016 berbanga sibihê girûpeke nenas hewlda ku , 2 teksiyên birayê sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê Sûd Almela bişewtîne.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin ku, berbanga sibihê girûpeke nenas hewlda ku , 2 teksiyên Ebdilrehman Almela birayê sekreterê PDK-S Sûd Almela bişewtîne, li gundê Til Êlûnê yê ku di keve rojhilatî bajarê Dirbêsiyê de.
Tê zanîn ku berî demekî Girûpeke nenas teksiya dermansazê bi navê Ebdulrehman Hemî li derê mala wî li bajarê Qamişlo şewitand.
