09:58:55
Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku, îro Pêşmergeyên Kurdistanê di êrîşekê de bo ser Başîka, debeyek mezin li çekdarên DAIŞê dan.
Barzanî li tora civakî ya Twitter nivîsiye: “Pêşmergeyên qehreman îro 23 Cotmehê, di êrîşekê de bo ser Başîka derbwywk mezin li DAIŞê dan, jibo vê serkeftina mezin ez pîrozbahiyê li wan dikim.”
Du heftî di ser şerê azadkirina Mûsilê ji dest çekdarên DAIŞê derbasdibin, Pêşmergeyên Kurdistanê jî berdewam pêşvediçin û axa Kurdistanê ji terorîstan pak dikin.
