Amerîka: Em şanaziyê bi dostayetiya Pêşmerge dikin

Amerîka: Em şanaziyê bi dostayetiya Pêşmerge dikin

10:14:03

 

Rojava News: Wezîrê Parastina Amerîka Ashton Carter îro di civîneke li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand: "Em spasiya we dikin bo pêkanîna sozên navbera Iraqê û Herêma Kurdistan, ku bû sedema wan serkevtinan û ev yek jî bo Kurdistanê, Amerîkayê û hemû cîhanê serkevtin e."

Doh 23ê Cotmeha 2016, li bajarê Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter û şandeke pê re kir,

Piştî civînê, li ser malpera fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî derbarê naveroka gotûbêkên Mesûd Barzanî û Ashton Carter hat weşandin.

Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Parastina Amerîkayê di civînê de, ji ber serkevtinên vê dawiyê yên Pêşmerge û destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, pîrozbayî li Barzanî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê got, Ashton Carter herwiha bo vê hevbeşî û hemahengiya ku di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de heye, pêzanîna xwe nîşan da û hevdem serxweşiya xwe pêşkêşî Barzanî û kesûkarên şehîdên Pêşmerge kir.

Carter ji Barzanî re ragihand: “Em spasiya we dikin bo pêkanîna wan sozên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê, ku encama vê bû sedema wan serkevtinan, ev jî ji bo Kurdistanê, Amerîkayê û bo hemû cîhanê serkevtin e.”

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin: “Ashton Carter amaje bi piştevanî û hevkariya Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge kir û tekezî li ser berdewamiya piştevaniyên Amerîka bo Hêza Pêşmerge kir. Herwiha behsa rola Barzanî di çareserkirina arîşeyan kir û rola Barzanî bo dabînkirina aştiyê di qonaxa piştî bi dawî hatina DAIŞê de bi giring bi nav kir.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê civînê de behsa giringiya siyasî û serbazî ya têkşikandina DAIŞê li Mûsilê, herêmê û hemû cîhanê kir û kêfxweşiya xwe jî li hember vê hemahengiyê nîşan da, ku di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de heye.

Li gorî daxuyaniyê, di beşeke din a civmê de, Barzanî û Carter nêrînên xwe derbarê rewşa siyasî ya herêmê û dawîn pêşhatên li Sûriyê û hûrgiliyên piştî bi dawî hatina DAIŞê de pev guhertin.