11:19:03
Rojava News: Heta niha Başîk û Bertila û çend deverên girîng ên stratejîk hatine kontrolkirin û Pêşmerge dê berdewam pêşvebiçin jibo azadkirina hemû axa dibin destê DAIŞê de.
Endamekî Encûmena Walîtiya Mûsilê ragehand ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêşveçûnek mezin ber bi navenda bajarê Mûsilê ve kirine û niha li hin bereyên şer Pêşmerge bi tenê 5 kîlometro ji navenda bajarê Mûsilê dûrin.
Endamê Encûmena Walîtiya Mûsilê Berekat Şemo ragihand ku bêhtirên gund û bajarokên derdora Mûsilê ji aliyê Pêşmerge û artêşa Iraqê ve hatine kontrol kirin, li deverên Başîqa û Behzanê Pêşmerge gelekî nêzîkî Mûsilê bûne, li hindek bereyên şer Pêşmerge bi tenê 5 kîlometro dûrî bajarê Mûsilê ne û plana ku hatibû danîn bi rengekî herî baş hatiye bicihkirin.
Şemo got: "Me ha ji wê yekê heye ku terorîstên DAIŞê welatiyên sivîl li Mûsilê dihêle û wan wek mertalên mirovî bikartîne.
Heta niha Başîq û Bertila û çend deverên girîng ên stratejîk hatine kontrolkirin û Pêşmerge dê berdewam pêşvebiçin jibo azadkirina hemû axa Kurdistanê."
