Barzanî û El-Cerba pêşeroja Sûriyê gotûbêj kirin

Barzanî û El-Cerba pêşeroja Sûriyê gotûbêj kirin

11:11:53

 

Rojava News Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Tevgra Pêşeroja Sûriyê Ehmed El-Cerba kir û her du aliyan di civînekê de, derbarê rewşa Sûriyê û pêşeroja wî welatî, şerê DAIŞê û operasyona Mûsilê de gotûbêj kirin.

Doh duşemî 24ê Cotmeha 2016, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Pêşeroja Sûriyê Ehmed El-Cerba kir.

Derbarê naveroka civîna Mesûd Barzanî û Şêx Ehmed El-Cerba de, Serokatiya Herêma Kurdistanê dauxyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Barzanî û El-Cerba derbarê rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê û dawîn pêşhatên siyasî yên li ser asta herêmî û navdewletî de gotûbêj kirin.

Herwiha Barzanî û El-Cerba li ser pêşeroja Sûriyê û hevkêşeyên serbazî û siyasî yên niha yên wî welatî de jî gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, di beşeke din a civînê de, her du aliyan behsa serkevtinên Pêşmerge û Artêşa Iraqê û rewşa medyanî ya eniyên şerê li dijî terorîstan li parêzgeha Mûsilê jî kirin.