ENKSê: Parastina ewlekariya gelê Kurda ne kêmî ya Tirkiyê ye!

ENKSê: Parastina ewlekariya gelê Kurda ne kêmî ya Tirkiyê ye!

11:16:56

 

Rojava News: Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Encûmena xwecihî ya ENKS li Efrînê li ser êrişên artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û têde ew êrîş bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirkiyê bi topan êrîşî bajarokê Cindêris û hinek gundê Efrînê kiriye û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje ku Tirkiyê bi hiceta parastina ewlekariya xwe ya netewî wan êrişan pêk tîne, lê parastina ewlekariya netewî ya gelê Kurd jî ne kêmî ya Tirkiyê ye.

Encumena kurdî ji saziyên navdewletî daxwaz kir ku zextê li ser Tirkiyê bikin ji bo ku wan êrişên xwe rawestîne, ji Tirkiyê daxwaz kir ku hêzên xwe ji axa Sûriyê bikişîne.

Emîndariya giştî ya ENKS jî ji Tirkiyê daxwaz kir ku dawî li êrîşên xwe bîne.