Wesayita zirxî ya polîsanî pêl zaroka kurd kir û ew kuşt!

Wesayita zirxî ya polîsanî pêl zaroka kurd kir û ew kuşt!

11:30:27

 

Rojava News: Li navçeya Cizirê ya Şirnexê wesayita polîsî pêlî zarokekî li kuçeyê dilîst, kir.

Qeza danê êvarê li Taxa Nûhê ya Cizîrê diqewime. Polîsên dewriye digere zarokê bi navê Hakan Sarak diqelibîne. Zarok bi giranî birîdar dibe ku malbata wî, Hakan radikin Nexweşxaneya Cizîrêyê.

Birînên zarokî li wê derê têne dermankirin piştre ji bo Nexweşxaneya Êlihê tê veguheztin, ku zarok di rê de jiyana xwe ji dest dide

Hat zanîn dayik û bavê zarokê dema gilî kirin polîsa ji wan re gotiye “eger hûn zarokê xwe deynîn kolona emê jî wan bikujin”

Ji bo bûyer bê ronîkirin, lêpirsînê dest pê kir