Rewangeha Sûrî: Bi êrişên Tirkiyê gelek kurdên sivîl hatine kuştin

Rewangeha Sûrî: Bi êrişên Tirkiyê gelek kurdên sivîl hatine kuştin

11:34:54

 

Rojava News: Rewangeha Mafên Mirov li Sûriyê ragihand, heta niha di operasyona “Mertala Firat” a artêşa Tirkiyê li Sûriyê, bi dehan sivîl hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 24 Tebaxa îsal dest bi operasyoneke serbazî bi navê “Mertala Firat” di nav xaka Sûriyê de kir. Operasyon heta niha jî didome û çekdarên opozîsyona Sûriyê bi alîkariya artêşa Tirkiyê bajarê Cerablusê û gelek gund û bajarokên Sûriyê girtine.

Rewangeha Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanya ye, ragihandiye, ji wê demê ve heta niha gelek sivîl, ku piraniya kurd in, di encama êrişa artêşa Tirkiyê de hatine kuştin.

Rewangehê daye zanîn ku di heyama 2 mehên de herî kêm 96 sivîl hatine kuştin ku di nav wan de 22 zarok hebûne û piraniya wan jî kurd bûne.