Operasyona Mûsilê: 70 jin û zarokên Êzidî hatine rizgarkirin

Operasyona Mûsilê: 70 jin û zarokên Êzidî hatine rizgarkirin

11:39:50

 

Rojava News: Ji destpêka şerê azadkirina Mûsilê heta niha 70 jin û zarokên Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin, ji wan hin kes wek rehîne li cem DAIŞê hatibûn girtin.

Çavkaniyek agahdar ji BasNews re ragehand ku, çekdarên DAIŞê ew keç û zarokên Kurdên Êzidî ku revandibûn, berî destpêkirina operasyonê ew biribûn bajarê Reqa li Sûriyê, lêbelê hîna hejmarek ji wan li Mûsilê mane.

Heman çavkaniyê eşkere kir ku, heta niha 3600 Kurdên Êzidî li cem çekdarên DAIŞê mane, lêbelê ji destpêka şerê azadkirina Mûsilê heta niha 70 jin û zarokên Êzidî hatine rizgarkirin.

Di heman demê de hejmarek ji xelkên Mûsil amaje bi wê yekê kirin ku, hejmarek ji jin û zarokên Kurdên Êzidî li Mûsilê mane.