Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya Michael Bogdanov û şanda ligel kir.
Di hevdîtinekê de Barzanî bixêr hatina şanda mêvan kir ûhatina wê şandê wek handerekî da zanîn ji bo berferehkirina peywendiyên di navbera Hewlûr û Moskoyê de.
Di hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn silavên Vladimir Putin Serokê Rûsya û Wezîrê Derve û Karbidestên Hikûmeta welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û tekez li ser palpiştiya welatê xwe ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan kir û eve jî xisterû ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi hevkarî û yekhelwestiya hemû aliyek heye.
Her wiha eve jî dûpatkir ku ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan li warê aborî û kerta neft da bingehekî guncaw li holê daye.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasiya Serok û Hikûmeta Rûsya jî kir û hatina wê şandê wekî handerekî baş zanî ji bo berfirehkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Rûsya û li gotarek da çawayiya serhildan û sedemên geşbûna terorîstên Da’îş li rojavayê Iraqê ji bo şanda mîhvan şîrove kir.
