12:14:19
Rojava News: Li bajarê Dêrikê ENKSê bi helkefta derbasbêna 4 salan bi ser revandina serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) çalakiyeke bi rê ve bir, asayişa PYDê ew helheft qedexe kir.
Derbarê qedexekirina bîranîna 4emîn salvegera binçavkirina endamê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Behzad Dorsin li bajarê Dêrikê, endamê Pîlotbîroya PDK-Sê Ebdulkerîm Bavê Luqman diyar kir, ku asayîşa Dêrikê çalakiya wan qedexe kir û endamekî wan jî desteser kir.
Herweha Ebdulkerîm Bavê Luqman da zanîn, ku berdewamiya girtina siyasetmedaran û qedexekirina karê wan ji aliyê Asayîşê ve tê, ji ber ew xwedî projeyek netewî ne.
Ebdulkerîm Bavê Luqman, bang li Asayîşê kir, da ku dev ji van kiryaran berde.
Li bajarê Dêrikê ENKSê bi helkefta derbasbêna 4 salan bi ser revandina serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) çalakiyeke bi rê ve bir. Asayişa Dêrikê jî rê neda çalakiya ENKSê bi rê ve here.
Behzad Dorsin Endamê Polîtbîroya PDK-Sê di 24 Cotmeha 2012an de hat revandin û ta niha çarenevîsa wî ne diyar e.
