12:17:05
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Siwêdê Stîvan Lovên kir û niha her du di civînê de ne.
Şeva borî Serokwezîrê Siwêdê giheştibu Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.
Lovîn duh, bi serdanekê giheştibû Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyabû, babeta operasyona rizgarkirina Mûsilê û pirsa penaberên Iraqê gotûbêjkiribûn.
Lovîn li Siwêdê kesayeteke siyasî yê naskirî ye, bi ser partiya Kar a Demokratîka sosyalist ve ye.Naborî di 21ê Tîrmeha 1957ê de li bajarê Stokholimê ji dayikbûye, di 27ê Kanûna Paşîn sala 2012 bûye Serokê partiya xwe û li 3ê Tişrîna sala 2014e posta serokwezîrê Siwêdê wergirtiye.
