Rojava News: Li Sêrtê Bakûrê Kurdistan ciwanên bûyerên li Cizîrê şermezar dikirin rastî êrîşa polîsan hatin.
Ciwanên li Sertê bûyerên li Cizîrê û kuştin şermezar dikirin rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî êrîşê di navbera ciwan û polîsan de pevçûnan rû da.
Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakiya ciwanan kirin. Ji ber bombeyên gazê yên polîsan bi sedan welatî li Taxa Çonkbayir di malên xwe de asê man.
