Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya deaxwaza serbestberdana Mihemed Emîn Se`dûn dike

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya deaxwaza serbestberdana Mihemed Emîn Se`dûn dike

2:51:14 PM

RojavaNews: Roja înê 28-10-2016 an li bajarê Dêrikê endamê desteya rêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya mamoste Mihemed Emîn Se`dûn ji layê asayîşan ve hat binçavkirin.

Di qûnaeke hestyar de ku gelê Kurd hewcedarê yekrêziya siyasî,leşkerî,û rewşenbîri ye ,û di dema ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya geşbînbû bi serbestberdana hin kesayetiyên siyasî û rewşenbîr mîna endamê Yekîtiyê mamoste Fêsel Qadirî ji bo valakirina girtîgihan bi  armanca peydakirina derfeteke li hevkirinê di navbera hêz û rêxistinên siyasî de,asayîşên Xweseriyê kiryarên binçavkirina ne asayî dubaredike.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya saziyek serbixwe ye û ne di bin sîbera ti rêxistinan de ye, û armanca wê guhdan,û xizmeta wêje ya Kurdî ye, ji lewma Yekîtî bi hêviye ev name ji layê her kesî ve bê xwendin,û hewildan nebin ji bo kişandina bi ser xwe de,her weha nayê pejirandin ku qada rewşenbîrî tevlî nakokiyên siyasî bibe.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kiryarên ne asayî ji layê xweseriyê ve şermezardike ,û deaxwaza serbestberdana hemî siyasî û rewşenbîran, û de serî de mamoste M.Emîn Se`dûn,û mamoste Selah Beyro serok şaxê Yekîtiyê li Tirbespiyê,û her weha endamê Yekîtiyê mamoste Ebdulrehîm Seyid ji girtîgihan dike.

Y.N.K.S

Qamişlo

29-10-2016