ENKSê civînekê li dardixê!

ENKSê civînekê li dardixê!

09:28:47

 

Rojava News: Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo çarserkirina nakokiyên ku di xwecehiyên Hesekê û Amûdê de derketibû, civînek lidar xist û têde komîteyek bo şopandinê avakir.

ENKSê biryar da di dema mehekê de kongireya xwe ya çaremîn lidar bixe.

Piştî derketina hin nakokiyan di navbera endamên xwecehiya ENKS li bajarê Hesekê û Amûdê, Encûmena Niştîmaniya Kurd civînek lidar xist û li gor gotina serkirdeyekî wê Mihsin Tahir, nakokiyên wan çareser bûn û komîteyeke taybet ji bo ku li ser pirgirêkan raweste hat avakirin.

Sekreterê Partiya Çaksazî Fêsel Yûsif derbarê lidarxistina kongreya çarem a ENKSê de da zanîn ku di dema mehekê de kongre dê were lidarxistin û hêvî kir ku serkirdeyên wan ên di zindanên Rêveberiya Xweser de bêne berdan.

 

ENKS hewl dide rêjeya jinan bilind bike û ji bo vê yekê jî çend rêxistinên nû yên jinan derbasî nav encûmenê bibin, dê kesayetiyên serbixwe jî beşdar bibin.

 

ENKS ji aliyekê ve amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya çaremîn dike û ji aliyê din ve jî zêdetirî 30 serkirde û endamên partiyên encûmenê di zindanên Rêveberiya Xweser de ne û herwiha Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji bo Herêma Kurdistanê hatiye mişextkirin.