Pêşmergeyê xwebexş Dr. Silêman şehîd bû!

Pêşmergeyê xwebexş Dr. Silêman şehîd bû!

09:34:26

 

Rojava News: Pêşmergeyê xwebexş yê ji xelkê Bakurê Kurdistanê Dr. Silêman ku navê wî resen Sait Çurukaya ye, di operasyona Mûsilê de di encama teqîna mayinekê de bi giranî birîndar bibû, hat gotin ku mejiyê wî rawestiyaye û bi cihazan ve dijî, şehîd bû.

Pêşmergeyê xwebeş Dr. Silêman, roja Çarşemê 26ê Cotmeha 2016, dema ku ew û hevalên xwe yên pêşmerge li gundê Tisxiraba Mezin li Mêhwera Başîkê ji bo ku karibin biçin tunelêkê mezin a DAIŞê biteqînîn dema mînê li pêş xwe hildigirtin   di encama teqîna mînekê de, bi giranî birîndar bû pêşmerge, li gel wî jî şehîd bibû .

Dr. Silêman piştî birîndarbûnê 2 roja li Hewlêrê li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkan de mabû û 28ê cotmehêhê jî ji bo dermankirinê bi firokeya ambulans li gel timekî bijîşkî veguhestibûn Nexweşxaneya Koblenz a leşkerî li Almanyayê.

Dr. Silêman doh 30ê cotmehê li nexweşxaneya Koblenzê ya leşkerî çavê xwe li jiyanê girt, lê ta ku malbata wî biryar nedê rayederên xestexanê nikarin cihaza ku pêve girêdaye bigrin. Ji vê mirinê re dibêjin mirina mêjû.

Dr. Silêman ji Bakurê Kurdistanê û xelkê herêma Çewlîgê ye û berî êrişên DAIŞê bo ser Başûrê Kurdistanê li Almanya dijiya.

Berî ku tevlî PKK bibe, wî li zankoyê beşê pizîşkî dixwend. Piştre dev ji xwendina xwe berdide û di nava tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê de cih digire.

Sait Çurukaya Piştî demekê di nava PKKê de dibe fermandarekî pilebilind û serkirdeyekî pilebilind ê PKKê, li piştre rê ya wî û ya PKKê ji hev cuda dibî. Piştre diçe Almanya, dibe hemwelatiyên wî welatî û li wê derê xwendina xwe ya zankoyê berdewam dike û beşê pêwendiyên civakî li zankoya Hamburgê temam dike.

 

Dr. Silêman, dema ku dibîne Kurdistan rastî êrîşa DAIŞê hat û welat kete xeterê, dest ji her tiştê xwe li Almanya ber dide û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Hêzeke pêşmergeyan bi navê Agirî ava dike, ku di nava wê hêzê de, pêşmergeyên xwebexş cih digirin, bi xwe wan pêşmergeyan perwerde dike, hem dersên siyasî, hem jî dersên leşkerî dide wan.

Di nava şer de, ew weke pisporekî pûçkirina mayînên ku DAIŞ çandine kar dike. Bi pûçkirina otomobîlên bombekirî yên DAIŞê ew dikare jiyana bi sedan pêşmerge biparêze û wan ji mirinê rizgar bike.