09:52:35
Rojava News: Artêşa Tirkiyê di kolana xendeqa li ser sînorê di navbera sînorê Kurdistana Bakur û Rojava de li devera Girê Sipî ser bi herêma Kobanê ve berdewam kir.
Hat zanîn 30 Cotmehê Artêşa Tirkiyê dest bi kolanadina xendeqekê li ser sînorê Girê Sipî kir, xendeq 3 metoyan firehe û kûrbûna wê jî derdora 2 metroyan e.
Artêşa Tirkiyê û bi mebest ku, rêgiriyê li derbasbûna welatiyên Rojava û Sûriyê bo Tirkiyê û Kurdsitana Bakur, ji aliyeî ve dîwarekî konkirît ava dike û ji aliyekî din ve xendeqan dikole, heta niha bi deshan welatiyên sivîl jî bi bi gulleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin bêyî ku ti doseyek di vê mijarê de vebe.
