Amûdê: Ji malbatekê 17 kes bûne pêşmerge!

Amûdê: Ji malbatekê 17 kes bûne pêşmerge!

Rojava News: Ji malbateke Amûdê 17 kes bûne pêşmerge û li Başûrê Kurdistanê şerê DAIŞê dikin

Di nav malbateke ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê de, 17 kes bûne pêşmergeyên Leşkerê Rojê, ku bi navê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî têne naskirin.

Li Amûdê, ku li Rojavayê Kurdistanê bi bajarê Sînemaya Şewitî û Amûda Bavê Mihemed jî tê naskirin, bi dehan keç û xort tevlî hêzên Pêşmergên Rojavayê Kurdistanê bûne.

Tenê ji malbateke bajarê Amûdê bi dehan kes tevli refên Pêşmergeyên Rojava bûne û niha ew li Başûrê Kurdistanê di sengerên şerê li dijî DAIŞê de ne.

Di nav malbata Qerno de, nêzîkî 17 kes di nav refên pêşmergeyên Hêza Roj anko Leşkerê Rojê de ne.

Ev malbat rojane şerê Mûsilê dişopîne, dayikên wan dibêjin, ku ew  berdewam ji wan re dûayan dikin ku ti zerar negihê wan û şanaziyê bi xortên xwe dikin û bi zarokên xwe serbilind in, ku pêşmerge ne û welat diparêzin.

Bavê wan pêşmergeyan şanazî bi kurên xwe dikin û dibêjin, zarokên wan Kurdistanê diparêzin.

Dayik û dapîrên pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku berdewam dûayan ji pêşmergryan re dikin, da ku ew di şerê li dijî DAIŞê de bi serkevin û ti ziyanek neghêje wan.

 

Kesûkarên wan pêşmergeyan herwiha hêvî dikin, ku rojek bê, ew vegerin nav axa Rojavayê Kurdistanê .