Li Pîranşarê ji ber ba û baranê welatiyek mir

Li Pîranşarê ji ber ba û baranê welatiyek mir

11:37:48

 

Rojava News: Li gundekî bajarê Pîranşarê yê Kurdistana Rojhilat, ji ber firtone û bayê tund welatiyek mir û yek jî birîndar bû.

Duh bi şev, li gundê Sîlwe yê Pîranşarê baran û bayekî tund hat û di encamê de banê xaniyê gundiyekî hilweşiya.

Di wê bûyerê de, jina malê mir û hevjînê wê jî birîndar bû. Welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneya Ormiyê.