Rojava News: Terorîstên Dewleta îslmaî yên duh bi şev hewl dan êrîşî gundê Rugoba yê Til Temirê bidin û di encama bersiva tund a şervanên Kurd windahiyên giran dan û berûpaş vegeriyan.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên teybet me bidest xistine; Teröristê dewleta İslamî DAIŞ’ê duh şev ketin tevgere kê ji bo derbasî gundê Rugoba yê di navbera bajarê Til Temirê û Hesekê de ye, bibin û rastî bersiva tund ya şervanên Kurd hatin.
Di navbera Şervanên Kurd û rêxistina terörîstî dewleta İslamî de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnên de gelek çete hatin kuştin.
Lê heta niha der barê hejmara kuştî û birîndarên terörîstê dewleta îslamî de agahiye ke zelal nehatiye wergirtin.
Piştî derbeya ku xwer DAİŞ ji gund vekişiya.
