Serdeşt: Kolbarek din ê kurd hat kuştin

Serdeşt: Kolbarek din ê kurd hat kuştin

11:38:03

 

Rojava News: Di berdewamiya kuştina kolberên kurd, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve,vê carê kolbereke xelkê bajêrê Serdeştê hat kuştin.

Li gor rapora malpera mafê mirovan (Hengav) evara sêşemê (01/11/2016) kolberekî kurd bi navê Osman Ezîzî yê kurê Kerîm bi fîşeka rasterasta Hêzên Îranî canê xwe ji dest da.

Li gor şahidên buyerê, ew kasibkarê kurd ji ber giran bûna birînê xwe pêş ku bigehe nexweşxaneya Serdeştê jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman jêderî, di meha Octobirê de 6 hemwelatiyên kurd bi fîşekên rasterast ê hêzên Îranî jiyana xwe ji dest dane ku pênc ji wan kolberin.