Kobanî: Hêzên kurdî rêya Helebê kontrol kirin..300 metran pêşve çûn

Kobanî: Hêzên kurdî rêya Helebê kontrol kirin..300 metran pêşve çûn

 

Rojava News: Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, îro hêzên kurdî bi tundî li terorîstên DAIŞê dan û rêya sereke ya Helebê li ser DAIŞê qût kirin û 25 terorîstên wan hatin kuştin.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Îro şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge karîn êriş bikin ser rêya Helebê û di encamê de karîn wê riyê control bikin û piştre jî 300 metran pêşve çûn û niha jî şer berdewam e.”

Derbarê girîngiya wê riyê jî, Zêbarî wiha got: “Ji aliyê kargêrî û leşkerî ew rê wek kaşê Miştenûr pir girîng e, ji ber ku piştevanî li ser terorîstên DAIŞê hatiye birîn, lewma niha destê me li ser wî alî ye û em nahêlin DAIŞê tevbigere û em hewl didin ku çekên nû bibin ser Kaşê Miştenûrê, da ku em ji hemû aliyan ve li wan bidin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî îro gellekî alîkariya me kirin û bi giranî li çeperên DAIŞê dan û di encamê de 25 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û gellek termên wan ketine destê şervanên YPGê de, lewma ez dikarim bêjim ku me derbeyên mezin li wan dan.”