11:59:39
Rojava News: Rayedar û endamên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêjin, bila PYD beriya ku girtina parlamenterên HDPê şermezar bike, girtiyên ENKSê berde.
Rêveberiya xweser a Kurdistana Rojava, ku di destê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de, girtina hevserok û parlamenterên HDPê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve şermezar kiribû, li hinek deverên Rojava heta niha jî çalakiyên şermezarkirinê didomin.
Li hember vê yekê, rayedar û endamên ENKSê daxwaz ji PYDê kirin, beriya ku girtina parlamenterên HDPê şermezar bike bila li zîndanên xwe binêre û endam û serkirdeyên ENKSê berde.
Li gorî nûçeya televîzyona K24, endam û rayedarên ENKSê dibêjin, çawa ku PYD daxwaza berdana wan siyasetmedarên kurd dike em jî daxwaza berdana hevalên xwe dikin, ji ber ku her du jî siyasetmedar in.
Tê zanîn di zîndanên PYDê de gelek girtiyên ENKSê hene.
